Mesrûr Barzanî pêşwazîya Patrîkê Dêra Asûrî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Patrîkê Sêyê yê Dêra Asûrî ya Rojhilatê li cîhanê Patrîk Mar Awayê li paytext Hewlêrê civiyan.
Serokwezîr Barzanî û Patrîk tekezî li ser zêdetir pêşxistina çanda tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê dikin.
Herwiha piştî hevdîtinê hate ragihandin ku di civînê de rewşa giştî ya Xiristiyanan li Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hatiye nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser pêdivîya zêdetir pêşxistina çanda tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê hate kirin.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




