Li Şirnexê 15 rojan qedexe hate ragihandin

PeyamaKurd - Parêzgariya Şirnexê ragihand ku hin deverên Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê, herêmên Dolê û Dêriye Zêr jî di nav de, li 11 herêmên bajêr ji bo 15 rojan Herêma Ewlehiya Taybet hatine destnîşankirin û çûnûhatin li van deveran hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê de, hate gotin: "Ji bo dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî, li Herêma Çiyayê Cûdî ku dikeve nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê; Çiyayê Gabarê ku dikeve nav sînorên navçeya Basa; herwiha herêmên Dolê û Kela Memê, Dêriye Zêr ku dimînin navbera navçeyên Qilaban û Elkê yên Şirnexê, ji bo dema 15 rojan çûnûhatin li van herêman hatiye qedexekirin û wek Herêma Ewlehiya Taybet hatine destnîşankirin.”
Hate diyarkirin ku dê ev biryara qedexeyê ji 12ê Gulanê heta 27ê Gulana 2025an berdewam be.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




