Li Sêwregê minibusên mamosteyan li hev qelibîn: 28 kes birîndar bûn

Li Sêwregê minibusên mamosteyan li hev qelibîn: 28 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, ji ber ku 2 mînîbusên dersdaran li hev qelibîn, 28 kes birîndar bûn.

Mînîbusa servîsê ya bi plakaya 63 N 3657, ku MS diajot, ji bo ku li kilometreya 7emîn a rêya Sêwreg-Qerejdaxê li ajalekî ku derketibû ser rê neqelibe, ji nişka ve firên kir.

Di heman demê de, mînîbusa servîsê ya bi plakaya 63 S 6325, ku BC diajot û li ser heman rêyê diçû, li wesayîta li pêşiya xwe qelibî.

Piştî agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û jenderme hatin herêmê.

28 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, ji aliyê tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112an ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê.

Hat zanîn ku dersdarên li dibistanên Faydalı û Erkonağı yên gundên herêmê dixebitin û tenduristiya wan baş e.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.