Li Siûdî Hecîyeke ji Mehabadê can da

Li Siûdî Hecîyeke ji Mehabadê can da

PeyamaKurd- Berpirsê karwanê heciyan ê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Elî Wetmanî eşkere kir, jineke ji bajarê Mehabadê yê Rijhilatê Kurdistanê li Mekeyê jiyana xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku navê wê haciya ji Mehabadê Amîne Şerîfî ya 85 salî ye û ji ber nexweşiya dil li bajarê Mekeyê yê Erebistana Siûdî can daye.

Jina Kurd dema bicihanîna ferzên hecê tansiyona wê dikeve û li nexweşxaneya ku tê veguhestin wefat dike.

Hêjayî gotinê ye, îsal ji bajarê Mehabadê 170 kes çûne hecê û heta niha 6 heciyên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê can dane.

Rêxistina Hec û Ziyaretan a Îranê ragihandiye ku îsal ji Îran û Rojhilata Kurdistanê 85 hezar û 850 kes çûne hecê.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.