Li Şirnexê endazyarê di bin axa çala avê de ma, can da

Li Şirnexê endazyarê di bin axa çala avê de ma, can da

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê di avahiya dibistanekî de endazyarê dixebitî yê bi navê Murat Bektaş (32), ji bo çala ava dibistanê dixebitî lê axa çalê bi ser de hilweşiya û di bin axê de ma.

Kesên di seha avahiyê de bûn, endazyar Murat Bektaş ji bin axê derxistin û birin nexweşxanê lê endazyar li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Rûdan, ber destê êvarê, di avahiya dibistana jîngeha Gundikê Melê de (Balveren) qewimî. Murat Bektaş ji bo pîvana çala ava pîs bike ku bi ebadên 2 metre kûrahî û 1,5 metre firehî bû, çû nava çalê û ax bi ser de ket.

Kesên li wê derê, Murat Bektaş ji bin axê derxistin û ew birin nexweşxana dewletê ya Şirnexê. Lê Bektaş li nexweşxanê can da.