PeyamaKurd- Li navçeya Rihayê li navçeya Ceylanpinarê di oda şaredar de 3 kesên ku hatibûn, di navbera wan û şaredar Feyyaz Soylu de munaqeşe çêbû. Kesekî dest avête sîliha xwe lê parastvanê şaredar Soylu ew girt. Piştî bûyerê polîs 3 kesan girtin binçav. Sedema niqaşê nehat zanîn. Paşî mirovên şaredar û yên kesên binçavkirî li ber şaredariyê munaqeşe kirin. Lê encam bê bûyerekî nexweş çêbibe hat çareserkirin.
Parêzgerê Rihayê Abdullah Erin û rêvebirê asayîşê yê bajêr çûn Ceylanpinarê û mijar çareser bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin