Mütercimler: Wê Kurdistana Sûrîyê û Iraqê bikin yek

Mütercimler: Wê Kurdistana Sûrîyê û Iraqê bikin yek

Perwerdekarê Beşê Têkilîyên Navnetewî û Zanyarîyên Siyasî yê Zanîngeha Halîç ê Doç. Erol Mütercimler, di Meltem TV de axivî û di derbarê rewşa Sûrîyê û Kurdan de tecmînên xwe gotin.

Mütercimler, behsa peymana Soçî ya di navbera Tirkîyê û Rûsyayê de kir, anî zimên ku wer xuyaye di gava dawîn de Tirkîye mecbûre bi Sûrîye li hev bike û li hev rûnên û mijar anî ser rewşa Kurd û Kurdistanê.

Mütercimler, di axavtina xwe de anî zimên ku rewş û pozîsyona Tirkîye pir zîz û hesas e û got: "Heman rewşa ku îro li Bakurê Sûrîyê ji Kurdan re amade dikin, li Iraqê jî amade kiribûn. Pêşî makzagona Iraqê nivîsandin, piştre li Bakurê Iraqê herêmek Kurdî, ango dewletek Kurdî ava kirin. Artêşek bi hêza 195 hezar kes afirandin. Hemû destkarî û mekanîzma avakirin û li tu hikmê Bexdayê li Bakurê Iraqê nema. Niha heman tiştî li Bakurê Sûrîyê dikin. Pıştî avakirina Kurdistana Sûrîyê, îcar wê Kurdistana Sûrîyê û Iraqê bikin yek parçe".

Mütercimler, behsa ferq û cudatîya navbera Kurdên Sûrîyê û Iraqê jî kir, anî zimên ku ferqek girîng di navbera Kurdên Sprîyê û Iraqê de heye û got: " Di navbera Kurdên Sûrîyê û Kurdên Iraqê de ferqek girîng heye. Kurdên li Sûrîyê homojen in. Hemû Kurmanc in.Piranîçya Kurdên Tirkîyê jî Kurmanc in. Li Iraqê Kurmanc û Soran hene. Sedema ku Talabanî û Barzanî nikarin li hev bikin jî ev e ".  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin