Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz mijara ewlehiyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz kir.
Di civînê de danûstandin li ser geşedan û guhertinên rewşa Iraq û herêmê bi awayekî giştî hate kirin.
Di çarçoveya hevdîtinê de her du aliyan li ser girîngiya pêşxistina hevahengiya ewlehîyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ji bo parastina ewlehî û seqamgiriyê hevnêrîn bûn.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.