Mesrûr Barzanî bi berpirs û karmendên saxa sesemîn a PDKê li Ewropayê re civiya

Mesrûr Barzanî bi berpirs û karmendên saxa sesemîn a PDKê li Ewropayê re civiya

PeyamaKurd - Mesrûr Barzanî bi berpirsên şaxa şeşemîn a PDKê li Ewropayê re li ser pêşketinên dawî yên derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de axivî.

Roja Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an, Mesrûr Barzani bi berpirs, endam û karmendên şaxa şeşemîn a PDKê li Ewropayê re civiya.

Mesrûr Barzanî li ser pêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê axivî û tekezî li ser proje, plan û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cûda de kir ku armanca wan avakirina binesaziyek aborî ya bihêz e.

Mesrûr Barzanî pesnê rol, hewldan, têkoşîn û xebata karmendên Şaxa Şeşem da û di erk û têkoşîna wan a ji bo parastina mijarên neteweyî û avahiya destûrî ya Herêma Kurdistanê de serkeftin ji wan re xwest.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.