"Yekîneyeke taybet ji bo çavdêriya sindoqên dengdanê hatiye avakirin"
PeyamaKurd - General Qeys el-Mihemedawî diyar kir ku wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevrêziyeke asta bilind ava kiriye û got, "Em di herêmên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi hevrêzî dixebitin."
General Qeys el-Mihemedawî, Serokê Komîteya Ewlehiya Bilind a Hilbijartinên Parlamentoyê yên 2025an, derbarê dengdana taybet a ku roja Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an de pêk hat de daxuyaniyek de çapemeniyê.
Mihemedawî got, "Kar li gorî planê baş pêşve diçe. Em ê di qonaxa duyemîn de sindoqên dengdanê û encamên hilbijartinê bişopînin. Di nav çend demjimêrên pêş de wê hemî prosedurên teknîkî û îdarî biqedin û deng wê ji cihên diyarkirî yên li parêzgehan re werin veguheztin."
Mihemedawî destnîşan kir ku yekîneyeke taybet ji bo veguhestina dengan bo baregeha sereke ya li Bexdayê hatiye avakirin û got ku ew ji bo hilbijartinên giştî yên ku wê roja Sêşemê, 11ê Mijdarê werin lidarxistin, amadekariyan dikin.
Mehemedawiyê diyar kir ku dengdana taybet bi awayekî zelal hatiye kirin û got, "Hemû hêzên me wê ji bo dengdana taybet di amadebaşiyê de bin. Me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevrêziyeke bilind ava kiriye. Em li herêmên li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi hevrêzî dixebitin."
Dema dengdana taybet a hilbijartinên parlementoya Iraqê, ku di saet 7:00ê sibê de dest pê kir, bi girtina sindoqên dengdanê di saet 6:00ê êvarê de bi dawî bû.
Dengdana giştî ya hilbijartinên parlementoya Iraqê wê roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an pêk were.
Li gorî agahiyên hatine dayîn, amarên pênc navçeyên dengdana taybet wiha ne:
Navçeya Hewlerê %96.40
Navçeya Duhokê %97.52
Navçeya Silêmaniyê %94.58
Navçeya Kerkukê %66.65
Navçeya Neynewa %46.69
Li gorî agahiyan, rêjeya beşdarbûna dengdanê li Hewlêrê %100, li Duhokê %100, li Silêmaniyê %100, li Kerkukê %76 û li Neynewa %47 bû.