Muslim: Tirkiye û Şam bi hev re dixebitin, wê HSD şer bike

Dîroka Weşanê :
Muslim: Tirkiye û Şam bi hev re dixebitin, wê HSD şer bike

PeyamaKurd- Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim, li demeke ku êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê li rojhilatê Helebê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam dikin got ku Dêr Hafir ji bo wan xaleke stratejîk e û wê HSD li wir şer bike û bernede.

Li ser êrîşên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Muslim diyar kir, "HSD li wir tunebû û tu rêyeke wan tunebû ku bigihîjin herêmê. Eger bigihîştina jî dê li eniyeke din şer bihata destpêkirin û bêkêr bûya. Ji ber vê yekê ew paşve vekişiyan. Lêbelê, heke dewletên garantor li herêmên din rolên xwe nelîzin, wê hingê ji bilî berxwedanê ti çareyên me tune be. Em dê parastina xwe bikin."

Salih Muslim da zanîn ku piştî êrîşên Helebê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhlatê Sûriyeyê rewşeke nezelal heye û gel gelekî hêrs bûye.

Herwiha Muslim got, "Tirkiye û rejîma Şamê bi hev re dixebitin. Gundên Dêr Hafirê tên topbarankirin û êrîşî Bendava Tişrînê jî dikin."