Nêçîrvan Barzanî li gel serokê Estonyayê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê, li gel Serokê Estonyayê Alar Karîs civiya û li ser bihêzkirina hevkariyên di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Estonyayê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinên xwe de yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC2025) Nêçîrvan Barzanî û serokê Estonyayê behsa têkiliyên dualî yên navbera Estonya, Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Her du aliyan li ser rêyên bipêşxistina hevkariyê di warê ewlehî, teknolojî û perwerdeyê de gotûbêj kirin.
Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Estonyayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê de kir û derfeta hevkarîkirina her du aliyan di warên teknolojî û xwendina bilind de bilind hate nirxandin
Ji aliyê xwe ve Serok Karîs bal kişand ser berjewendiya Estonyayê ji bo bihêztirkirina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û bi awayekî fermî Nêçîrvan Barzanî vexwend bo serdana Estonyayê.
Her wiha her du aliyan bal kişand ser girîngiya hevkarîkirina hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên ewlekariya herêmê.
Li gorî daxuyaniyê, her du serokan her wiha li ser hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên Iraq û Sûriyeyê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




