PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber bidawîhatina dema peywira wî ya dîplomatîk a li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Fransa Yann Braem qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Fransa kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê anî ziman.
Braem ji ber alîkarî û hêsankariyên ku di dirêjahiya serdema wezifeya wî de ji bo serkeftina xebatên wî hatine pêşkêşkirin, spasiya kûr û rêzgartina xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî û hemû saziyên pêwendîdar ên herêmê kir.
Ev hevdîtina xatirxwestinê girîngiya pêwendiyên dîrokî û çandî yên di navbera Parîs û Hewlêrê de careke din da der.
Her du aliyan bal kişandin ser berdewamiya hevkariyên siyasî û ewlehiyê yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de daku piştgiriya navneteweyî ji bo aramiya herêmê berdewam bike.
Ev gavên dîplomatîk ên ji bo bihêzkirina peywendiyên derve di lîsteya xebatên serokatiyê de hat tomarkirin daku li hemberî krîzên nû stratejiyên hevpar bixebitin û rê li ber kûrbûna aloziyên li Rojhilata Navîn bê girtin.