PKKê xwe fesh kir: Encama Kongreya 12mîn eşkere bû

PKKê xwe fesh kir: Encama Kongreya 12mîn eşkere bû

PeyamaKurd - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê xebatên xwe yên di bin navê PKK'ê de dihatin meşandin bi dawî kirine.

Deklerasyona dawî ya Kongreya 12mîn a PKKê ku çavê hemî Kurdistan, Tirkiye, Rojhelata Navîn û cîhanê li ser bû hate eşkerekirin.

Di kongreyê de biryara hilweşandina pêkhateya rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina şerê çekdarî hate dayîn û bi vî awayî çalakiyên di bin navê PKKê de tên lidarxistin bi dawî bûn. 

Biryarên Kongreya 12mîn a PKKê ji aliyê Endamê Konseya Rêvebir a PKKê Dûran Kalkan ve hatin eşkerekirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat feshkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKê hatin bidawîkirin.”

Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKê fesh kir, tekoşîna çekdarî û karên bi navê PKKê têne meşandin hemû bi dawî kirin.

Wefata Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn

Kongreyê her wiha wefata Alî Haydar Kaytan û Riza Altun ragihand. Di ragihandinê de di derbarê Kaytan û Altûn de wiha hate gotin:

"Kongreya me ya 12mîn a PKKê ku me li ser banga Rêbertiya xwe li dar xist, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fuat-ALI HAYDAR KAYTAN ê di 3ê Tîrmeha 2018an de şehîd bû û rêhevalê RIZA ALTUN  ku di 25ê Îlona 2019an de şehîd bû, hate ragihandin. yek ji pêşengên damezrîner ên PKKê, sembola ‘Wefadariya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’ e; Rêheval RIZA ALTUN, yek ji rêhevalên destpêkê yên Rêber APO, weke sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ hate qebûlkirin.

Danezana kongreyê bi vî rengî ye:

"Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan ku bi daxuyaniya 27ê Sibata 2025an dest pê kiriye, bi xebatên ku ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîfên ku bi şêwazên cuda pêşkêş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12mîn di navbera 5 û 7ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû.

Kongreya me li gel şerê ku dewam dikir, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên me û ambargoya PDKê ya di şertên dijwar de dewam dikir bi awayekî ewle pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext pêk hat. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKKê ya 12mîn bi nîqaşkirina mijarên weke Rêbertî, Şehîd, Gazî, Hebûna Rêxistinî ya PKKyê û Rêbaza Bidawîkirina Têkoşîna Çekdarî û Avahiya Civaka Demokratîk a ji bo Tevgera me ya Azadiyê biryarên dîrokî yên destpêka qonaxeke nû îfade dikin girt.

PKKê Siyaseta Înkar Û Îmhayê Parçe Kir, Pirsgirêka Kurd Anî Ber Çareseriyê Û Mîsyona Xwe Ya Dîrokî Temam Kir

Kongreya PKKê ya 12mîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKKê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê Kongreya PKKê ya 12mîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKKê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKKê daye meşandin bi dawî kiriye.

Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dika dîrokê. Di wexta avabûnê de bandora sosyalîzma pêkhatî jiya û rêgeza ku netewe mafên xwê yên qedera xwe tayîn dikin pejirand, li ser bingehê stratejiya têkoşîna çekdarî têkoşîneke mafdar, rewa meşand. PKK di şert û mercên ku înkara Kurd bi hişkî dihat meşandin, siyaseta îmhayê ya xwe dispêrê vê, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê serwer bûn de şekil girt. Bi têkoşîna azadiyê ku ji 1978an ve daye destpêkirin ev tişt ji xwe re esas girtiye; hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyeyê bê dîtin. Li ser vê bingehê di encama têkoşîna ku bi serketî daye meşandin de li ser navê gelê me bi pêkanîna şoreşa vejînê bûye sembola lêgerîna jiyana bi rûmet û hêviya azadiyê ya gelên herêmê.

Ji aliyê gelê me ve şoreşa me ya vejînê di şert û mercên salên 1990î de rê li pêşiya pêşketinên mezin vekir û di Serokkomarê Komara Tirkiyê Turgut Ozal de lêgerîna pirsgirêka Kurd bi riya siyasetê bê çaresarkirin pêş ket. Rêber APO bi agirbesta 17ê Adara 1993’yan bersiv da vê lêgerînê û pêvajoyek nû da destpêkirin. Encax bandorên giran ên sosyalîzma pêkhatî, têgihiştinên çetewarî yên li ser xeta me ya şer dihatin ferzkirin û dewleta kûr ku Turgut Ozal û ekîba wê ji holê rakir, encama mezinkirina şer a di israrkirina siyaseta înkar û îmhayê ya Kurd de ev pêvajoya nû sabote bû. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan Kurd ji warê bav û kalên xwe hatin koçberkirin, bi deh hezaran kes di êşkenceyan re derbas bûn û avêtin zindanê û bi hezaran jî bi awayê kujerên wan nayê zanîn hatin qetilkirin. Beranberî vê yekê Tevgera Azadiyê hem weke çendanî hem weke çawanî mezin bû, şerê gerîla belavî Kurdistan û Tirkiyê bû. Bi bandora şerê ku gerîla meşand gelê Kurd rabû serhildanê. Bi vî rengî ji aliyê her du aliyan ve şer bû hilbijêrka sereke. Dubareya ku şer beranberî hev hat mezinkirin nehat borandin. Ji ber vê hewldanên Rêber APO yên pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike bêencam man.

Pêvajo bi komploya navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an re veguhezî merhaleyeke cuda. Di vê pêvajoyê de hedefeke girîng a komployê şerê Kurd-Tirk bû, bi saya hewldan û fedekariyên mezin ên Rêber APO ev hat astengkirin. Rexmî ku di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de dihat girtin israra xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe dewam kir. Rêber APO ku ev 27 sal in di bin tecrîda teqez de tê hiştin, bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir. Di têkoşîna bi komploya navneteweyî re bi dahûrandina pergala desthilatdar-dewletdar a serweriya mêr, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê pêş xist. Bi vî rengî ji bo gelê me, jin û mirovahiya bindest pergala azadiyê ya alternatîf şênber kir.

Rêber APO têkiliyên Kurd-Tirk ên bûne pirsgirêk bi referans girtina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an, têgihiştina Neteweya Demokratîk û perspektîfa Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk ku bi esasgirtina Welatê Hevpar û gelên Kurd-Tirk hêmanên damezirîner in weke çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl dike. Serhildanên Kurd ên di dîroka Komarê de pêk hatine, diyalektîka têkiliyên Kurd-Tirk ên dîroka hezar salî û têkoşîna 52 salan a Rêbertiyê nîşan dide ku pirsgirêka Kurd encax bi çareserkirina li ser esasê Welatê Hevpar û Welatiyên Wekhev ew ê bide qezenckirin. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3yemîn de pêşketinên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin jî jinûve vesazkirina têkiliyên Kurd-Tirk bivê nevê ferz dike.

Gelê Me Wê Bi Awayê Hîn Serwextkirî Û Rêxistinkirî Xwedî Li Pêvajoya Aştî Û Civaka Demokratîk Derkeve

Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr ku ev 52 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, siyaseta înkar û îmhayê, bi şertê dayîna bedelên mezin xwe tevli meşa PKKê û Rêbertiyê kirine, ew ê bi awayê hîn serwextkirî û rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî derkevin. Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesixkirina PKKê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ew ê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingeha avakirina civaka demokratîk ew ê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk xwedî derkevin. Gelê me ew ê bi pêşengiya jin û ciwanan, li her qadan rêxistinbûna xwe ava bike, bi zimanên xwe, bi nasnameyên xwe û bi çandên xwe li ser bingêha têrî xwe bikin ew ê xwe rêxistin bikin, li dijî êrîşan ew ê bikaribin xwe biparêzin û bi ruhê seferberiyê înşakirina civaka demokratîk û komûnal a heyatî pêk bînin. Li ser vî esasî em bawer dikin ku partiyên siyasî yên Kurd, rûspî û rêxistinên demokratîk ji bo demokrasiya Kurd bi pêş bixin û neteweyîbûna demokratîk a Kurd pêk bînin ew ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Mîrateya dîroka me ya azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye bi biryarên Kongreya PKKê ya 12mîn re, bi rêbaza siyaseta demokratîk ew ê hîn xurt bi pêş bikeve, dahatûya gelên me ew ê li ser bingeha azadî û wekheviyê bi pêş bikeve. Gelên me yên hêjar û kedkar, hemû grûbên baweriyê, jin û ciwan, karker, gundî û beşên derveyî desthilatdariyê mane di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi parastina mafên xwe di hawirdoreke adîl û demokratîk de ew ê jiyana hevpar bi pêş bixînin. 

Biryara kongreya me ya fesihkirina PKKê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ji aştiya mayînde û çareseriya demokratîk re zemîneke xurt pêşkêş dike. Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne, pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê birêve bibe û araste bike, nasîna mafên siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî ya saxlem ferz dike. Di vê merhaleyê de Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bi berpirsyariya dîrokî rola xwe bilîze girîng e. Em bang dikin ku bi heman rengî di serî de hikûmet û partiya sereke ya muxalefetê, partiyên siyasî yên temsîla wan li meclisê tên kirin, rêxistinên civaka sivîl, civatên ol û baweriyan, saziyên ragihandinê yên demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkaran, rêxistinên jin-ciwanan, tevgerên ekolojîst divê bikevin bin berpirsyariyê û xwe tevli pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin.

Hêzên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyeyê, pêkhateyên şoreşger, rêxistin û şexsiyet bi xwedîderketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîna gelan, jinan û bindestan ew ê asteke nû bi dest bixîne. Ev, ew ê bê wateya bi ser xistina armanca şoreşgerên mezin ku gotinên wan ên dawîn ‘Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeya Tam Serbixwe!’ bûn.

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna sosyalîzmê de ku Sosyalîzma Civaka Demokratîk nûnertiya merhaleyeke nû dike, bi pêşxistina tevgera demokrasiya global re ew ê dinyayek wekhev û adîl ava bibe. Li ser vê bingehê em bang dikin ku di serî de dostên me yên ji Pêngava Azadiya Global re pêşengtiyê dikin bi raya giştî ya demokratîk re di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de piştevaniyê mezintir bikin.

Hêzên navneteweyî di polîtîkayên qirkirinê yên ev sed sal e li dijî gelê me tê meşandin de berpirsyariya xwe bibînin, ji çareseriya demokratîk re nebin asteng û em wan vedixwînin ku piştgiriyeke avakar pêşkêşî pêvajoyê bikin.

Sosyalîzma Neteweya Dewletdar Têkçûnê Tîne; Sosyalîzma Civaka Demokratîk Digihîne Serketinê!

Israra Di Mirovahiyê De Israra Di Sosyalîzmê De Ye!

Bijî Serok Apo!

12 Gulan 2025

Dîwana Kongreya PKKê ya 12mîn"

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.