Serok Mesûd Barzanî: Leyla Qasim sembola qehremanî û azadîxwaziyê ye

Serok Mesûd Barzanî: Leyla Qasim sembola qehremanî û azadîxwaziyê ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna 51emîn salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Leyla Qasim mînakeke zindî ya qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya gelê Kurd e. Ew li hemberî zordaran rawestiya, jiyana xwe feda kir û şehîd bû, lê tu carî bindestî qebûl nekir.”

Serok Barzanî herwiha tekez kir:

“Di vê salvegerê de, em bi hezaran silav ji bo ruhê pak ê Leyla Qasim, hevalên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê dişînin, ku bi xwîna xwe riya azadiyê ronî kirine.”

 

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.