Serok Barzanî li ser kongreya PKKyê daxuyanî da

PeyamKurd – Serok Mesûd Barzanî piştgiriya xwe ji bo gavên aşitiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û biryara xwefesixkirina PKKyê ragihand.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di konferansa xwe ya 12emîn de biryarên girîng da, ku yek jê jî xwefesixkirina wê ye.
Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyeke xwe de ev gav bi erênî nirxand û diyar kir ku aliyên têkildar helwêst û gavên erênî nîşan dane.
Serok Barzanî hêvî kir ku ev pêvajo bigihîje encamên ku berjewendî û xweşiya herêmê xizmetê bike, û tekez kir ku ew bi hemû awayan piştgiriyê didin serkeftina vê pêvajoyê.
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.





