Serok Barzani: Navenda Çandê ya Lalişê xizmeteke mezin pêşkêşî civaka Êzidî kiriye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzani 32 saliya damezrandina Navenda Çandê ya Lalişê pîroz kir û tekez kir ku vê navendê xizmetên mezin pêşkêşî civaka Êzidî kiriye.
Serok Barzanî di 32 saliya damezrandina Navenda Çandê ya Lalişê de peyamek weşand.
Serok Barzani di peyama xwe de pîrozbahiyê li serok û endamên komîteya bilind a navendî û hemû Êzidiyan kir û tê de ev tişt gotin:
"Navenda Çandê ya Lalişê di salên dawî de bi çalakî, bûyer, konferans, projeyên xwe, festîvalan, alîkariya qurbaniyên ji destê DAIŞê rizgarbûyî û gelek çalakiyên çandî, hunerî û medyayî şopeke mezin û sûdwer li dûv xwe hiştiye. Navenda Çandê ya Lalişê xizmetên mezin pêşkêşî civaka Êzidî kiriye."
Navenda Çand û Civakê ya Lalişê ya Êzidiyan di 12ê Gulana 1993an de bi dirûşma "Laleş çavkaniyek zelal e ku diherike nav çemê çandê yê Kurd" yekemîn kongreya xwe li dar xist.
Di kongreya ku 130 endamên wê beşdar bûn de, meclîseke bilind a ji 11 kesan pêk tê hat hilbijartin.
Navenda ku 32 sal in li ser çanda Êzîdî gelek çalakî li dar xistiye, her wiha di vê pêvajoyê de gelek pirtûk weşandiye.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




