Serokwezîr: Divê hikûmeta federal pirsgirêka mûçeyan neke pirsgirêkek siyasî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di derbarê mûçeyan de bi cih aniye û bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku pirsgirêka mûçeyan neke pirsgirêkeke siyasî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Taxa Beroşkî ya Duhokê ya ji bo projeya Runaki (Ronahî) di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyaniyan da.
Serokwezîr di axaftina xwe de pêşketinên dawî yên di derbarê mûçeyên meha Nîsanê yên karmendên hikûmetê de nirxandinan kir û got:
"Em hewlên xwe yên ligel hikûmeta federal ji bo misogerkirina mafên xelkê Herêma Kurdistanê didomînin. Ji ber sebira wan a bêhempa ez spasiya karker û xelkê Herêma Kurdistanê dikim, lê belê divê ew bizanin ku hikûmeta federal mûçeyên wan neşandiye."
Mesrûr Barzani di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di derbarê mûçeyan de bi cih aniye. Em hêvî dikin ku hikûmeta federal erkên xwe bi cih bîne, pirsgirêka mûçeyan wekî pirsgirêkeke siyasî nebîne û vê mijarê wek zext li dijî Herêma Kurdistanê bikar neyne."
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




