Nêçîrvan Barzanî Leyla Qasim bi bîr anî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera bîranîna Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê peyamek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Di peyamê de, Nêçîrvan Barzanî wêrekî, çavnetirsî û qurbanîdana Leyla Qasim û hevalên wê di riya azadiya Kurdistanê û rûmeta gelê Kurd de bi hurmet bi bîr anî.
Barzanî diyar kir ku Leyla Qasim sembola vîna jina Kurd a azad û dengekî egîd ê li dijî zilmê bû, ku navê wê dê tu carî neyê jibîrkirin û herdem di wijdana Kurdistaniyan de zindî bimîne. Wî her weha got,
“Canê wan şa, bîranîna wan bi xêr be.”
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.





