PKK amadekariya danîna çekan dike: DEMê rojnamevan û rêxistinên sivîl vexwendiye çalakiyê

PeyamaKurd – Partiya DEMê derbarê çalakiya ku tê payîn di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKyê de li axa Hikûmeta Herêma Kurdistanê were lidarxistin daxuyaniyek da. Partiyê ragihand ku "em gihîştine gava dîrokî" û hejmareke diyar ya rojnamevan û nûnerên civaka sivîl ji bo temaşekirina çalakiyê hatine vexwendin. Hate tekezirin ku çalakî dê bi agahdariya hikûmeta Tirkiyeyê pêk were.
Di çarçoveya pêvajoya lihevhatina PKK û dewleta Tirkiyeyê de amadekariyên ji bo danîna çekan s ji aliyê PKKyê ve berdewam dikin.
Di daxuyaniyekê de ju ji aliyê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Partiya DEMê ve hat hat dayîn, hate diyarkirin ku ev pêşketin nîşan didin ku qonaxeke nû ya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dest pê kiriye û hejmareke diyar ya rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar ji bo şopandina pêvajoyê hatine vexwendin çalakiya çekberdanê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Komeke ji 15-20 kesan di çarçoveya kotayê de ji aliyê partiya me ve hatine vexwendin da ku vê çalakiyê temaşe bikin. Navên vexwendî dê bi rêxistina partiya me biçin Herêma Kurdistanê. Endamên din ên çapemeniyê yên ku dixwazin çalakiyê bişopînin dikarin bi derfetên xwe temaşe bikin. Ji bo xebatkarên din ên çapemeniyê ty astengiyek tune ku çalakiyê temaşe bikin. Hemû endamên çapemeniyê yên ku dixwazin vê çalakiyê temaşe bikin, ku dê bi agahdariya hikûmetê pêk were, dê bikaribin bi derfetên xwe temaşe bikin."
Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.




