Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê, biryara neqanûnî ya Wezareta Darayî ya Iraqê şermezar kir

PeyamaKurd– Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê biryara Wezareta Darayî ya Iraqê ya rawestandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi tundî rexne kir.
Îro di daxuyaniyekê de sendîkayê ev biryar wekî “neqanûnî” û “cezayekî komî” bi nav kir, û got ku mûçegirên Herêma Kurdistanê li gorî destûr û qanûnan xwedî heman maf û îmtiyazên mûçegirên deverên din ên Iraqê ne.
Sendîkayê diyar kir ku Wezareta Darayî, berevajî bendewariyan, erkên xwe yên li hember welatiyan neaniye cih û bi awayekî yekalî mûçeyên karmendan, kesên kêmendam û xizmên şehîdan rawestandiye, ku ev yek li dijî destûr, qanûna budceyê û biryarên Dadgeha Federal e.
Sendîkayê herwiha, Civata Wezîran a Hikûmeta Federal rexne kir ji ber ku desthilata xwe ya ji bo şandina mûçeyan bi kar neaniye.
Sendîkayê bang li Hikûmeta Federal û Wezareta Darayî kir ku biryara xwe ji nû ve binirxîne û mûçeyên karmendan û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê tavilê bişîne, da ku nekevin bin bandora tu partî an komên neqanûnî. Di dawiyê de, sendîkayê tekez kir ku bicihanîna bendên destûrê bingeha yekitiya Iraqê ye.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.





