Serokê TBMMê serdana Partiya DEMê kir

Serokê TBMMê serdana Partiya DEMê kir

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê TBMMê Numan Kurtulmuş, serdana Hevserokên Giştî yên DEMê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan kir.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş li Meclîsê serdana Hevserokên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan kir. Kurtulmuş ji aliyê hevserok û cîgirên serokê komê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler jî ligel Numan Kurtulmuş bû

Piştî wêne û sînevîzyona li ber salona hevserokan ji çapemeniyê re hat dayîn, civîn li pişt deriyên girtî dest pê kir.

Tê payîn ku piştî civînê civîneke çapemeniyê ya hevpar bê lidarxistin.

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.