PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 19ê Çileyê pêşwazî li Serokê Partiya Sosyal a Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Serokê Partiya Sosyal a Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kiriye û her du aliyan proseya siyasî ya herêmê nirxandin.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa giştî û guhertinên dawî yên li herêmê hatin kirin û bi hûrgilî ronahî hate xistin ser proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê, Iraqê û peywendiyên navbera aliyên siyasî.