PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Îtalya yê li Îraqê Niccolò Fontana kir û bi berfirehî li ser metirsiyên terorê, aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û zêdekirina hevahengiya navbera Pêşmerge û Artêşa Îtalyayê axivin.
Piştî civînê hate ragihandin ku Balyozê Îtalya yê li Îraqê, ji ber koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselem Barzanî, hevxemiya xwe ji bo Serok Barzanî diyar kir.
Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de dîtin û nêrînên xwe li ser geşedan û guhertinên dawiyê yên deverê, gef û astengiyên li pêşiya Îraqê di qonaxa bê de û metirsiyên terorê li hev guhartin.
Balyozê Îtalyayê tekez kir ku welatê wî bi girîngî li paşeroja Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo wan xwedî girîngiyeke zêde ye.
Di beşeke din a hevdîtinê de tevî bal kişandina ser hevahengî û karê hevpar ê navbera Artêşa Îtalyayê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de di salên borî de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê hate kirin.