PeyamaKurd – Şêwirmenda serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê Mesrûr Barzanî ya guherîna kêşûhewayê Beyan Samî ragihand ku Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2024) MEPS di wextekî hesas de dê bibe. Beyan Samî ragihand ku forum di wextekî ku Rojhilata Navîn di pêvajoyekî hasas de derbas dibe, dê bêkirin û weha dewam kir:
“Herêma Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc ku di rêya MEPSê de rolekî bide xwe ku nehêle şer li herêmê belav bibe. Ne tenê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji bo temamê herêmê tehdîd heye. Gelek welatên Ewrûpayê, Rûsya û DYA ji bo şer belav nebe û şewat li herêmê zêde nebe, hewl didin ku ber li wan bigrin. Girînge ku serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî forumê bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin