PeyamaKurd - YPG di derbarê bûyera di 27-28 Hezîrana 2013an li Amûdê qewimî daxuyanî da.
Li ser navê PYDê, berdevkê YPGê Nûrî Mahmûd got, em berpirsiyarê vê bûyerê ne û lêborîna xwe radigihînin.
Nûrî Mahmûd di daxuyaniyê de got:
Bûyera ku di 27-28ên Hezîrana 2013an de li Amûdê qewimîi facia bû. Ziyaneke mezin gîhand gele me. Divê di dîroka gele Kurd û Rojava de, dubare nebe. Em weke Fermandariya Giştîniya Parastina Gel YPG, xwe berpirsiyarê vê bûyera xemgîn dibinin û bi şaşitiya mezin ya ku di encama rûbirûhatineke yekîneyeke me ya leşkerî dema ku ji eniyên şer vedigeriya û rastî komek jixwepêşanderê li navenda asayîşê ku kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dan îtiraf dikin. Em weke Fermadariya YPGê, xemgîniya xwe ya kûr û mixabiniya xwe raver dikin. Herwiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê ji dîroka Şoreşa Rojava da derman bikin. Lêborîna xwe radigrînin û tazminata manewî, maddî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê ra peşkeş dikin. Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bidestxistina aşitiyê, aramî û ewlehiya gele me da, me fedakarî kiriye. Ev yek erk e û mafê gele me ye li ser mile me. Peywirek e ji bo her kesî parastin û ewlehiya vî gelî misoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin