Rêya Silêmaniyê hate girtin: Xanî û otomobîl di bin avê de man

Dîroka Weşanê :
Rêya Silêmaniyê hate girtin: Xanî û otomobîl di bin avê de man

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber barana gur a ku ji demjimêrên sibehê ve dest pê kiriye, li navenda bajarê Çemçemalê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê lehî rabû.

Ji ber lehiyê rêya sereke ya navbera Çemçemal û Silêmaniyê hat girtin û gelek mal û otomobîl di bin avê de man.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihad, di nava 24 demjimêrên borî de, li Çemçemalê 81.2 mîlîmetre û li navenda bajarê Silêmaniyê jî 61.3 mîlîmetre baran bariye.

Hate diyarkirin ku av ketiye nav gelek malan û welatiyên herêmê ji bo rizgarkirinê daxwaza alîkariyê ji tîmên hawarçûnê dikin.

Li aliyê din Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayînan a Hewlêrê jî hişyariyeke cidî da û da xuyakirin, ji ber barana zêde û herikîna avê, metirsiya livîna mayînan û hatina wan a ser rê û cihên niştecihbûnê heye.

Li gorî texmînên Keşnasiyê, ev pêla baranê heta sibe 10ê Kanûnê berdewam dike. Navenda Hevahengiya Hevbeş a Silêmaniyê jî doh hişyariya lehiyê dabû û ji welatiyan xwestibû ku di rewşên awarte de pêwendiyê bi hejmara germ (100) re bikin.