PeyamaKurd – Dezga kontrolê ya danûsitendinên medya civakî Roskomnadzor, bi sedema ku platforma Snapchatê ji bo xebatên terorê û xapandinê bikartînin, bikaranîna wê asteng kir.
Roskomnadzor di daxwuyaniya xwe de got ku ji meha Cotmehê û heya niha li ser astengiyên di derbarê platforma Snapchatê de got ku tê de xebatên terorê organize dikin, dimeşînin, kesên van karan dikin, ew digrin ser kar, li hemberê hemwelatiyên Rûsya xapandin û di sûcên din de jî tê bikaranîn.
Di daxwuyaniya dezga Rûsya de hat gotin ku bi sedemên li jorê astengiyan danîne pêşiya Snapchatê.
Berê jî dezga Rûsya platformên FaceTime, Facebook, X, TikTok, YouTube û Instagramê asteng kiribû.