Bandora Pêlên Elektromagnetîk û Roniya Şîn li ser tenduristiya zarokan (Beşa 3)
Xetereya pêlên elektromagnetîk (radyasyon) belavbûna van pêlan qadeke elektromagnetîk çêdike.
Pêvgirêdana dijîtal :
• Mijûlbûna hiş bi telefona zîrek: 24 saet hiş li serê ye.
• Birçîbûna bi telefona zîrek: Mirov her dem dixwaze tê de be û hewcedarî her zêde dibe.
• Mirov bersiva qedexekirina telefonê bi awayekî agresif û asabî nîşan dide.
• Qurbanî û rîsk: Mirov karê girîng, çi ders, çi kar hemû dike qurbana telefûnê.
• Înkar û Derewînî: Na ez ne ketime înternetê.
• Tiştek nake, ji bo mijûlbûna bi jiyana xwe rastî re (Mirovê bengiyê telefonê ye dikare 32 saet di jiyana sanal de bijî)
• Qîmet di malbatê de nebîne, hizûrê jî di jiyana sanal de wê bibîne.
• Bê kontrol e azad e kare bê tirs û fedî rihet têkeve internetê, lê belê di jiyana rastîn de qeyd û şertûmerc hene.
***
Tiştên divê bên kirin:
- Her serê 20 xulekan 20 çirkan çavên xwe vehisîne û rihet bike.
- Zarokên navbera 5-13 saan de ne her sal kontrola çavên wan bide kirin.
- Lêkolîner dibêjin xebitandina dijital a 1 saetê her çiqas zêde bibe derengbûna axaftina zarokan jî bi derengî dikeve.
- Ji 6-18 -24 meh bêguman çênabe bê xebitandin.
- Divê malbat jî vê yekê bi kar neyîne û ew nebine nimûneyeke xirab.
- Di dema serdanên malbatê de têlefonên xwe negirin.
- Dema zarokan bi spor, xwendina çîrokan, muzîk, hobiyên wan derbas bikin.
- Navbera 3-5 sal 1 /2 saet.
- Navbera 6-12 sal 1 saet.
- Destûra malbatê bixwaze
- Ekranê di asta çavên xwe de astî bikin.
- Demjimêra destûra xebitandina telefonê diyar bikin û kontrol bikin.
- Bernameyên ku zarok lê dinêrin bişopînin.
- Dema razanê û dema ku têlefon tê de tê bikar anîn destnîşan bikin.
- Kontrola Dê û Bav
- Li ser Înternetê çalakiya zarokê xwe bişopînin.
- Aplikasyonên ji bo kontrolkirina dema bikaranîna telefonê ya ji aliyê zarokan ve.
- Van biryaran bi zarokên xwe re bipeyivin û wan ji xetereyên telefonê agahdar bikin.
- Di odeya razanê de divê ekran tune bin.
- Çênabe di deverên taybet; weke WC, li mêvantî, li ser xwarinê telefon bên bikaranîn.
- Fikra qedexekirina wî ji bo bikaranîna têlefonê bê çareserkirin.
Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşiyên Zarokan)
Ev nivîs 210714 car hatiye xwendin.