PeyamaKurd – Di fînala Lîga Şampiyonan a Ewropalê ya UEFA de, du tîmên futbolê yên îngilîz ketin pêşbirka hev û yek ji wan bû şampiyona Ewropayê.
Tîma Lîverpolê şeva borî bi encama 2-0 tîma Tottenham Hotspur têk bir û bû şampiyon.
Di yariya futbolê ya ku çavê hemû futbolhezên dinyayê li ser bû de, 2 golên Liverpolê ji aliyê futbolîzê Misrî yê navdar Muhamed Salah ve hatin avêtin.
Gola Tottenhamê jî di xuleka 87an de ku ji aliyê Origî hat avêtin hesab nebû û maç bi encama 2 Liverpol û 0 Tottenhamê bidawî bû.
Herwiha dema maç berdewam bû jineke nîvtazî xwe avêt nav sehayê û ev jî bi qasî encam û baldariya ser maçê kete rojeva spora cîhanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin