Di Euro Cup û Copa Americayê de kelecana fînalê

Di Euro Cup û Copa Americayê de kelecana fînalê

PeyamaKurd-Werzîş - Di Euro Cup 2024 û Copa America 2024an de hezkiriyên fûtbolê wê îşev ji kelacanê bicoşin.

Di Euro Cupê de Spanya û Fransa ku her dû jî favoriyên şampiyoniyê dihatin dîtin, di maça yekemîn a nîvefînalê de ew ê ji bo derkevin fînalê têbikoşin.

Her wiha di Copa Americayê de jî Arjantîna Lionel Messi jî, wê ji bo fînalê bi Kanadayê re têbikoşe.

Kupayên 2 parzemînan bi hev re 

Îsal bi awayekî îstîsna, Euro Cup û Copa America di heman salê û di heman werzê de hatin organîzekirin û ev yek ji bo hezkiriyên fûtbolê bû ziyafeta kelecanê.

Di Euro Cupê de Spanya, piştî bi 9 qalan ji koma xwe derket, di çaryekfînalê de Almanyaya ku malevaniya Euro Cupê dikir, bi leyztikeke serkeftî têk bir û bû nîvefînalîst.

Fransayê jî piştî ji koma xwe derket, di çaryekfînalê de bi Portekizê re hat hemberî hev û piştî maç û dirêjemaç bê gol beramber ma, di penaltiyan de Portekizê têk bir û bû rikberê Spanyayê.

Maça Spanya û Fransayê îşev di demjimêr 22:00yan de ye.

Maça din a nîvefînala Euro Cupê jî sibê di demjimêr 22:00yan de di navbera Brîtanya û Hollandê de ye.

Arjantîna Messi çav berdaye Cupa Amerika

Ji hêla din ve di Copa Americayê de Arjantîna Lionel Messiyê ku wek baştirîn fûtbolîstê cîhanê tê dîtin, îşev di demjimêr 03:00yan de ji bo fînalê, bi Kanadayê re tê hemberî hev.

Di Copa Americayê de kelecana fûtbolê didome. Arjantîna ku Copa Americaya 2021an û Kupa Cîhanê ya 2022yan wergirt û bû Şampiyona Cîhanê, hewl dide bi kupayeke baş Stêrkê Arjantînî Lionel Messi malnişînî bike. Arjantîn, bi vê mebestê, di maçên xwe de bi fûtboleke pestedar hêrişî rikberên xwe dike.

Maça din a nîvefînalê ya Copa Americayê ya din jî, şeva çarşemê, di heman demjimêrê de, di navbera Kolombiya û Ûrûgûayê de ye.

Îşev bi maçên Arjantîn û Kanada ya Cupa Amerika 2024 û ya Spanya û Fransa ya Euro Cup 2024an, wê hezkiriyên fûtbolê, şeveke bi kelecan bijîn.