FIFAyê cezayê li ser tîma futbolê ya Hewlêrê rakir

FIFAyê cezayê li ser tîma futbolê ya Hewlêrê rakir

PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) piştî ku tîma Hewlêrê pirsgirêka xwe ya ligel lîstikvanê Tûnisî çareser kir, cezayê li ser tîma Futbolê ya Hewlêr betal kir.

Piştî biryara FIFAyê tîma Hewlêrê êdî dikare yarîzanên xwe yên nû ji bo tevlîbûna Lîga Stêrkên Iraqê tomar bike.

FIFAyê çar maçên Lîga Stêrkên Iraqê li sûka veguhestina lîstikvanê vê havînê cemidand ku Tîma Hewlêrê jî di nav wan de bû.

Hate zanîn ku sedema cezayê bo tîma Hewlêrê ew bû ku deyndarê lîstikvanekî Tûnisî bû û ji ber wê nedikarî ti listîkvanên tomar bike. Rêveberiya Hewlêrê nûnerekî xwe şand Tûnisê pirsgirêka xwe ya ligel lîstikvanê Tûnisî bi dayîn 40 hezar dolaran çareser kir.

Piştre jî FIFAyê cezayê li ser tîma Hewlêrê rakir û sîstema tomarkirina navên lîstikvanên tîma Hewlêrê ji aliyê FÎFAyê ve hate çalakkirin.

Ev nivîs 33461 car hatiye xwendin.