Formayê Şampiyoniyê yê Amedsporê derket

PeyamaKurd - Formayê şampiyoniyê yê Amedspora ku hefteya çûyî bi têkbirina Somaspora parêzgeha Îzmîra Tirkiyeyê vegeriya û şampiyoniya xwe mîsoger kir derkete bazarê.
Amedspor vê hefteyê roja Şemûyê wê li Amedê, li stadyûma xwe di leyztika xwe ya dawî ya bi Menemensporê re Kûpa şampiyoniyê bilind bike û şampiyoniya xwe ragihîne.
Bi vê mebestê Amedsporê ji bo şampiyoniyê formayek amade kir û xiste bazarê da ku roja şemiyê alîgirên wê dikaribin bi formayên şampiyoniyê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Di formayê ku bi rengên kesk û sor û zer û li ser paşxaneyek spî hatiye xemilandin de wêneyê leyztikvanên Amedsporê, Rahêner Mesut Bakkal û Serokê Tîmê Azîz Elaldî li serê hatiye raxistin.
Formayê ku bi buhayê 1 hezar pereyê tirk tê frotin wê li Amedstorê hate pêşkêşkirin.
Ev nivîs 119289 car hatiye xwendin.




