Futbolîzê Barcelonayê li girtîgehê întihar kir

Futbolîzê Barcelonayê li girtîgehê întihar kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku futbolîzê berê yê tîma Barcelonayê Dani Alves ku bi tohmeta êrîşa zayendî 4 sal û nîv cezayê girtîgehê li ser hatibû sepandin li girtîgehê xwe kuştiye.

Li gorî ragihandina rojnamevanê Brazîlî Paulo Albuquerque, futbolîzê berê yê Barcelonayê Dani Alves ê Brazîlî li girtîgehê întihar kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Alves bi hinceta ku li Kûlubeke şevê êrîşeke zayendî li jinekê kiriye hatibû girtin û 4,5 sal cezayê girtîgehê li ser hatibû sepandin.

Hatiye îdiakirin ku Alves întihar kiriye û li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.

Dadgeha Barcelonayê 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê, 5 salan kontrola adlî, 9 salan dûrmayîna ji kesa mexdûr û 150 hezar euro jî ceza dabû Alves.

Ev nivîs 196190 car hatiye xwendin.