Holandayê bi encama 2-1 zora Tirkiyê bir: Tîma Tirk xatir ji EURO 2024ê xwest

Holandayê bi encama 2-1 zora Tirkiyê bir: Tîma Tirk xatir ji EURO 2024ê xwest

PeyamaKurd – Di maça çaryek fînalê ya şampiyoniya EURO 2024’de tîmên netewî yên Holanda û Tirkiyê hatin hemberî hev.

Di maça ku li statduyma Olimpiyadê ya Berlînê hate lîstin de, tîma Tirkiyê di nîveka yekem de bi gola Samet Aydin bi encama 1-0 kete pêş.

Di nîvê duyem ê maçê de, lîstikvanê Holandayê De Vrij di xuleka 70 deç gol avêt qeleya Tirkiyê û yeksanî çêbû.

Piştî vê golê di xuleka 75an de jî Holandayê bi Gakpo gola duyem avêt qeleya tîma Tirkiyê û maç bi encama 2-1 bidawî bû.

Tîma Tirkiyê ku lîstikavanê wê di maça Avusturya de sembola Gurêboz nîşan dabû û UEFAyê 2 maç ceza dabû lîstikavanê Tirk Merih Demiral, hêvîşekistî ji Kûpaya EUOR 2024 vegeriya û nekarî bigihe nîv fînalê.