Kelecana Olimpiyadên Parîsê: Kîjan welatan çend madalye wergirt?

Kelecana Olimpiyadên Parîsê: Kîjan welatan çend madalye wergirt?

PeyamaKurd – Kelecana Olimpiyadên Parîs 2024an ku 26ê Tîrmehê bi ahengeke mezin a beşdariya serokên dewletan û lîstikvanên hemû welatan dest pê kir, berdewam dike.

Olimpiyadên Parîsê heta 11ê Tebaxê dewam dikin û werzişvan bi lîstikên cuda cuda hunerên xwe nîşan bidin.

Heta 1ê Tebaxê werzişvanên Amerîkayê 31 madalya wergirtin ku 6 zêrîn, 13 zîvîn û 13 jî bronz in.

Çîn di wergirtina madalyeyên zêrîn de serî dikişîne ku werzişvanên wê 11 zêr wergirtine. Çînê herwiha 7 zîv û 3 jî bronz di nav de bi tevahî 21 madalya wergirtin.

Fransa bi hejmara 26 madalyeyan derdikeve pêş ku 8 ji wan madaleyên zêrîn, 10 zîvîn, 8 jî bronz in.

Dîsa yek ji welate herî zêde madalya wergirtiye Brîtanya ye ku werzişvanên wê 6 zêrîn, 7 zîvîn û 7 jî bronz wergirtine.

Ev nivîs 41554 car hatiye xwendin.