Li Mûnzûrê 3 şampiyoniyên motosikletan têne lidarxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê li Newala Mûnzûrê şampiyoniya Tirkiye Enduro, Şampiyoniya motorên ATV û Mototur bê kirin.
Di demên dawî de, Çemê Mûnzûrê û derdora wê ya bajarê Dêrsimê bala werzişvanên xwezayê zêde dikşîne ser xwe û herwiha gelek geştiyaran jî dikşîne xwezaya bêmînak a herêmê.
Piştî ku werzişên wekî rafting, kano, zipline û werzişên hilkişîna çiya niha jî amadekarî tê kirin ku werzişa motosikletan bê lidarxistin
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu, ragihand ku ew dê 3 organîzasyonên girîng ên şampiyoniya motosikletan li dar bixin ku wê bi hezaran siwarên motoran û geştiyar jî serdana Dêrsimê bikin.
Parêzgarê Dêrsimê diyar kir ku wê şampiyoniya motosikletan di navbera rojên 27-30yê Hezîranê de bê lidarxistin û niha amadekarî bo wê têne kirin.
Ev nivîs 112934 car hatiye xwendin.




