Serokê CHPê: Çend sal berê werzişvanekî ciwan ji aliyê yên nîşana gurêboz dikin hatibû lînçkirin

Serokê CHPê: Çend sal berê werzişvanekî ciwan ji aliyê yên nîşana gurêboz dikin hatibû lînçkirin

PeyamaKurd - Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP) Ozgur Ozel, derbarê nîqaşên ser futbolîzê tîma milî ya Tirkiyê Merih Demiral ku di maça Avusturya de piştî avêtina golê, bi nîşa gurêboz kêfxweşiya xwe anîbû ziman û UEFAyê piştî lêpirsînê ew bi 5 maçan ceza kiribû daxuyanî da.

Serokê CHPê di axaftina xwe de futbolîzê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bibîr xist û çend sal berê dema gol avêtibû bi nîşana serfiraziyê li stadyûmê kêfxweşiya xwe anîbû ziman.

Ozel got, “Divê em di derbarê nîşanan de azadîxwaz bin” û wiha pê de çû:

“Niha pêwîstiya Tirkiye û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ne bi nîqaş û polemîkan bi konsantreya maça êvara yekşemê heye. Li vir tenê tiştek heye; em tevgera UEFA FIFAyê rast nabînin. Me doh jî diyar kiribû ji ber ku lîstikvanekî ciwan di dema kefexweşiya xwe ya golê de nîşana ku bi kar aniye em lêpirsîneke wiha rast nabînin. Lê gurkirin û mezinkirina vê nîqaşê li Tirkiyeyê û hewldana ku wê bikişînin cihekî nakokiya siyasî, di serî de zirarê dide Tîma Neteweyî. Divê her kes di vê mijarê de hestiyar tev bigere. Divê di vê vê mijara nîşanan de mirov azadîxwaz be, pirsgirêk tine. Em her tim wisa bûn. Lê belê berî çend salan gava ku werzişvanekî me yê ciwan (Denîz Nakî) “nîşana zaferê” bi kar anî, îro ji aliyê kesên ku azadiya vê nîşanê (nîşana gurêboz) diparêzin ve hatibû lînçkirin.”