Tîma iKurd beşdarî Şampiyoniya PUBG dibe

Tîma iKurd beşdarî Şampiyoniya PUBG dibe

PeyamaKurd - Tîma iKurd a PUBG piştî serkeftinên xwe yên li Rojhilata Navîn beşdarî Şampiyoniya Cîhanî ya li Ozbekistanê dibe.

Lîstikvanên tîma iKurdê ku ji bajarên cuda yên bajarên Herêma Kurdistanê hatine cem hev, ji bo beşdarî pêşbirkên fînala PMGO PUBG bibin gihîştin paytexta Ozbekistan Taşkentê.

Şampiyoniya Cîhanî ya PUBGyê îro 10ê Nîsanê dest pê kir û tîmên herî baş ên cîhanê dê li hev kom bibin.

Di turnuvayê de bi tevahî 409 hezar dolarên Amerîkî xelat tê dayîn û lîstikvanên global jî ji nêzîk ve dişopînin.

Tîma iKurdê ji birêvebir Adem Rizgar (Akrê), serokê tîmê Kawan Receb (Akrê) û lîstikvan Elîko (Zaxo), Elî (Hewlêr), Ejî (Soran) û Hîwa Kelarî (Kelar) pêk tê.

Tîma iKurdê sala 2023yan jî beşdarî turnuvayeke navneteweyî ya li Erebistana Siûdî bûbû.

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.