PeyamaKurd - Li navçeya Bismilê ya Amedê, kesekî ku di dema qeyûm de hatibû kar, xwest bi çekê êrişî avahiya şaredariyê bike, lê ji aliyê birayê xwe ve ji wir hat dûrxistin.
Li ser vê bûyerê, bi pêşengiya parlementera DEM Partiyê Sevilay Çelenk, hevserokên şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyaniyek dan û êriş protesto kirin.
Bi beşdariya girseke gel û nûnerên siyasetê, nerazîbûneke tund li dijî vê hewla xeternak a li ser îradeya herêmî hat nîşandan.