APIKUR: Divê hinardeya petrola Kurdistanê heta dawiya salê dest pê bike
PeyamaKurd - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) daxwaz kir ku di demeke kurt de hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê bike.
APIKURê diyar kir, daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî teşwîq dike ku heta dawiya salê hinardekirina petrolê dest pê bike.
Li gorî daxuyaniya APIKURê, endamên wan ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê bi şertê garantiyê bidin wan ku dê heqdestê wan ê berê û yên bê jî bidin û mercên wan ên aborî û bazirganî jî biparêzin.
APIKURê xwest ku Iraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên bi kompanyayên navneteweyî re çareser bikin û dest bi hinardekirinê bikin. APIKURê got, ger Iraq dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike dê her meh 24 milyon dolarên Amerîkî ji wan re bimîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 25ê Adara 2023yan ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê li ser biryara Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê hatiye rawestandin.
Ev nivîs 17855 car hatiye xwendin.