APIKUR: Em ji bo şandina Petrolê bi ser Tirkiyê de amade ne

PeyamaKurd - Komeleya Kompanyeya APIKUR bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo şandina petrolê bi rêya boriya Iraq–Tirkiyê amade ne.
Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) eşkere kir, ‘’Wek gelek caran me ragihandiye, kompanyayên endamên APIKURê amade ne ji bo şandina petrolê bi rêya boriya Iraq – Tirkiyê ve bide destpê kirin. Her dema ku rêkeftinek bê kirin ku mercê peymana bazirganî û aborî ya naha endamên me li berçav bê girtin em amade ne.’’
APIKURê diyar kir: ‘’Em piştî rêkeftin û peymaneke nivîskî ya taybet derbarê firotinê li gel hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê, ku şefafiyet û garantiya paredayînê misoger bike û dûr ji destwerdana siyasî be em li gel dibin.’’
APIKURê got: ‘’Kompanyayên endamê APIKURê pêbend in bi karkirina li gel hemû aliyên peywendîdar bo bidestanîna çareseriyekî lez û bi mifayê herdu aliyan. Em hemramanin li gel nêrîna serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ku roja 22ê Sibatê ragehand, lezkirina şandina petrolê bi rêya boriya Iraq – Tirkiyê ve dibe sedemê bihêzkirina aboriya Iraq û pêdiviyên hemwelatiyan dê dabîn bike.’’
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




