Arçelik, fabrîkên xwe yên li Polonyayê digre û wê 1800 karkerî ji kar derxe

Arçelik, fabrîkên xwe yên li Polonyayê digre û wê 1800 karkerî ji kar derxe

PeyamaKurd –  Arçelik, fabrîkên xwe yên li Polonyayê digre û wê 1800 karkerî ji kar derxe. Sedema girtina fabrikan ji ber ku asta bereketa (berhemdariya) ku dixwaze nikare bi dest bixe, biryarê da ku fabrîkên xwe yên li, Polonyayê bigre.

Arçelik, li Polonya li bajarê Lodzê fabrika makînên ziwakirina cilan, ya cîhazên xwarinpêjan, ya plastîkan ku karê hilberîna alavên sanayiya der û dor dike û fabrika sarincan an ku dolabên bûzê ji ber berhemdariya wan kême, xebatên xwe dan rawestandin û biryarê da ku fabrîkên navborî dê bigre.

Wê heya dawiya 6 mehên ewilî yên sala 2025an, dawiyê li xebatên xwe bîne.

Arçelik ragihandina xwe ji Agahdarkirina Platforma Raya Giştî re kir û agahiyên li jorê da.

Piştî fabrîke bên girtin, wê 1800 karker ji kar derxin, ji bo tazmînata qidem û îxbarê ya karkeran tesbît bikin, wê bi sendîka karkeran re hevdîtin bikin.