Azerbaycanê bi fermî serlêdana endamtiya BRICSê kir
PeyamaKurd – Piştî serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Bakuyê û hevdîtina ligel Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev, Azerbaycanê bi fermî serlêdana endamtiya koma BRICSê kir.
Koma BRICS ji welatên Rûsya, Hindistan, Brezîlya, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tê ku rêxistineke hevkariya aborî ya navbera wan welatan de.
Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ayhan Hacizade, îro 21ê Tebaxê ragihand ku Bakuyê serlêdana fermî bo endamtiya BRICSê kiriye.
Rêxistina BRICS di hezîrana 2006an de, li Foruma St. Petersburg a Aboriya Navnetewî bi beşdariya Brezilya, Rusya, Hindistan û Çînê hatibû damezrandin.
Sala 2010an Afrîkaya Başûr û îsal jî welatên Misir, Etiyopya, Îran û Îmarata Erebî tevlî bûn û hejmara welatên BRICSê gihîşt 9an.
Ev nivîs 32841 car hatiye xwendin.