Baca Iraqê ya ser gumrikên Kerkûkê nirxê berhemên xwarinê yên Kurdistanê bilind kir

Baca Iraqê ya ser gumrikên Kerkûkê nirxê berhemên xwarinê yên Kurdistanê bilind kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ji bo xalên gumrikê yên di navbera Kerkûk-Hewlêr û Kerkûk-Silêmanî de hatine danîn, biryara baceke nû bo kompaniyên Herêma Kurdistanê wergirt.

Li gorî biryarê, her kompanyayek ku moleta karkirinê tenê li Herêma Kurdistanê hebe, rê nayê dayîn di van xalên gumrikê re derbas bibe.

Hate diyarkirin ku piştî vê biryarê kêşe ji bo ajokarên kamyonan çêkiriye û bûye sedema bilindbûna nirxê hinek berhemên xwarinê û kelûpelên curbicur û pêdiviyên rojane yên xelkê.

Herwiha ji ber baca gumrikê li xalên kontrolê li ser rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê, bi dehan kamyon hatine rawestandin û zêdetirî sê rojên nikarin bilivin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî 16ê Cotmeha 2017an, hikûmeta Iraqê ew xalên gumrikê danîne ku piştre hatin rakirin û çûnûhatina kamyonan normal bûbû. Lê niha bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê careke din hatine danîn.

Ev nivîs 38285 car hatiye xwendin.