Bajarê Meletiyê bende ye ku ji îxracata mişmişan 750 milyon dolar pere bidestxin
PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê û navçên wê hilberîna mişmişan dikin û %80 pêdiviya dinayayê ya mişmişan li Meletiyê tê hilberîn û firotin. Hedefa hilberîneran îsal ewe ku 100 hezar ton mişmiş îxrac bikin û 750 milyon dolar pere bixin bazara Meletiyê.
Di sala borî de miqdarê hilberîna mişmişan ya Meletiyê 66 hezar 832 ton bû û wan mişmişan îxrac kirin û jê 399 milyon dolar pere bi dest xistin. Bajarê Meletiyê mişmişên xwe difroşin 115 dewletan.
Serokê Borsa Bazirganiyê yê Meletiyê Ramazan Özcan, dibêje ku demsala mişmişan qediyaye. Îsal, ji ber guherîna hinek şertan demsal zû destpêkiriye û zû qediyaye. Niha, bi karê depokirina berheman meşxûlin.
Özcan ragihand ku ji ber erdheja Meletiyê gelek şertên Meletiyê guherîne lê tevî wî awayî jî, îsal dahata mişmişan li gor sala borî gelek başe. Serokê borsayê Özcan gotiye:
“Di destpêka demsala nûh de, di roja 17an de, me 3 hezar û 500 ton mişmiş îxracat kir. Mehên Tebax, Êlûn, Cotmeh û Çiriya Paşîn ji bo me girînge. Em ê di van 4 mehan de 40 hezar ton îracat bikin. Ji ber em mecbûrin di 6 mehên sala 2025an de 100 hezar ton temam bikin.”
Li Meletiyê çinîna mişmişan bi karkerên demsale dibe û bi hezarî karker divê di kar de bixebitînin. Çinandin, komkirina wan û heya birina ciyê pêwist tev bi karkeran dibe. Ji hev qetandina mişmişan, hişkkirina wan û heya kerkûtkirina wan tev bi karkeran dibe.
Ev nivîs 32814 car hatiye xwendin.