Banka Navendê ya DYAyê Fed, faîza xwe zêde nekir

PeyamaKurd – Banka Navendê ya DYAyê Fed, faîza xwe zêde nekir û di navbera % 4,25-4,50an de sabît hişt. Banka ragihand ku biryarê bi hema hema bi yekdengî dane da bigihên armancên xwe.
Bankayê got ku biryarê bi 11 dengên erînî û bi dengekî li dijî biryarê, dane. Christopher Wallerê ku li dijî biryarê dengê xwe da got ku destekê dide faîza sabît lê daxwaza wî ew e ku heyiyên biqîymet yên leza kêmkirina wan, divê dewam bike.
Fed, di nav 4 salan de, cara ewilî sala borî faîzê 50 baz daxistibû.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




