Banka Navendê ya Tirkiyê (TCMB) 11,2 milyar dolar dowîz firot

PeyamaKurd – Piştî şaredarê bajarê mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu ji aliyê serdozgeriya Îstenbolê de hat binçavkirin, dolarê Amerîkayê ji 41 lîra û Euro ji 45 lîrayê Tirkiyê derbas kir. Borsa Îstenbolê rawestiya û her tişt ser û binê hev bûn.
Li gor aborînasên Tirkiyê; Banka Nevendê ya Tirkiyê (TCMB) ne raste rast lê di rêya bankayan de mudaxeleyê bazara aboriyê kir. Texmînen banka 11,2 milyar dolar pere xiste bazarê da bihayê dolar û Euro li hemberê perê Tirkiyê dakeve.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




