Banka Navendî ya DYAyê FED, faîzê piçekî daxist
PeyamaKurd - Banka Navendî ya DYAyê (FED), piştî hilbijartina Trump, faîzê 25 baz daxist û banda faîza DYAyê daxist navbera 4,50-4,75an.
Daxistina faîzê ji aliyê FEDê de, tê şirovekirin ku ji ber dewra Trump destpêdike, wê FED bêhtir di bazara dinyayê de bi hezir tevbigere. Di daxwuyaniya Komîta Bazara Vekirî ya Federal de weha hat gotin:
“Komîte biryarê daye ku talûkên ji bo di îstîhdamê û eneflasyonê de, bi awayekî giştî di mêzênê de ye. Rewşa aboriyê ne zelale û komîte di wezîfa xwe ya du alî de, ji her dû terefan de, li hemberê rîskê bi hezir tevdigere.”
Komîte, di mijara bazara îstîhdamê de, gotinên xwe hinek guhert. FED di daxwuyaniya xwe de got:
“Ji serê salê û heya niha, bi giştî, şertên bazara hêzê sist bû û nisbeta bêkariyê bilind bû lê asta xwe ya nizm diparêze. Biryar, bi yek dengî hat dayîn.”
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.