Banka Navendî ya Kanadayê faîza xwe daxist

Banka Navendî ya Kanadayê faîza xwe daxist

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Kanadayê (BoC) faîza xwe 25 baz daxist. Banka li ser hev 3 civînan kir, 25 baz faîzê xist û niha faîz bû 4,25.

Hat ragihandin ku enflasyona di meha Temmûzê de daketiya %2,5an. Banka di mijarê de weha got:

“Erza zêde ya di aboriyê de, ber bi jêr de zorê dide ser enflasyonê lê zêdebûna bihayê hewandin û hinek xizmetên din dikin ku enflasyon bilind bimîne.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku tiştên bandorê li ser enflasyonê dikin û li gor agahiyên tên bidestxistin, wê li gor wan şirove bên kirin û siyaseta bankayê bimeşin.

Serokê BoCê Tiff Macklem got ku enflasyona li welat heye, bi texmînên bi siyaseta wan re li heve û eger weha dewam bike, dibe ku nisbeta faîzan daxînin.